Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Berdereşê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî, Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter; Qaymeqamê Berdereşê Îsmaîl Mistefa û hejmarek ji berpirsên hikûmet û partiyan, Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Berdereşê bi merasîmekê vekirin.

Vekirina nexweşxaneyê beşeke ji giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sektora tendirustiyê û baştirkirina xizmetguzariyên bijîşkî li nexweşxaneyên giştî ye.

Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgarê Dihokê di konferanseke rojnamevanî de, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo avakirina vê nexweşxaneyê kirin û hêvî kirin ku xelkê Berdereşê û derdora wê sûdê jê werbigirin.

Ev nexweşxane bi bihayê 1.4 milyar dînar ji aliyê sermayedarekî herêmî û bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye avakirin. Wezareta Tenduristiyê jî bi bihayê 1 milyar û 398 milyon dînar alav û dermanên bijîşkî jê re dabîn kirine.

 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment