Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê desteserkirina bandeke bazirganiya bi mirovan radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amajeyê dide, tîmên wan bi fermana dadwerî bandeke tawankaran a navdewletî desteser kiriye, ku zaroyekî sava revandibû.

Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê di ragehandinekê de desteserkirina bandeke navdewletî ragehand ku, ji mêrek û jineke biyanî pêk hatibû û berî demekê xwe gehandiye Îraqê.

Ragehandina Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amaje jî daye, “Wê bandê zaroyeke sava ku temenê wî tenê çar roj bûn revandiye û bi 40 hezar dolaran firotiye kesekî ku, pêşwext li ser lihev kiribû.

Dezgeha navbirî herwesa ron kiriye, piştî ku zanyarên hûr li ser wê bandê bi dest wan keftine, li ser fermana dadwerî di operasyonekê de li Bexdayê desteser kirine û ew zarok jî daye destê aliyê peywendîdar.

Wê ragehandinê eşkere jî kiriye, “Wê bandê itîraf bi wê yekê kiriye, pêştir jî bi merema bazirganiyê zarokekî sava yê 14 rojî revandiiye, yê dayikekê bû ku ew çend sal bûn zewac kiribû û zarok nebûn.”

Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê herwesa got ku, di operasyoneke din de tometbarek desteser kiriye ku bazirganî bi mirovan dikir û sê zaro li cem wî bûn, bê ku belgeyên selimandina bavêtiyê pê re bûbin. Paştir ew tawanbar ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî ji bo dadgehê hat şandin.