Cenazeyê Rojîn Kabaîş hat dîtin

Diyarbekir (K24) - Cenazeyê xwendekara zanîngeha Yuzunciyil a Wanê Rojîn Kabaîş a winda hate dîtin, ku ev 18 roj bûn serwinda bû û xebatên lêgerînê li Gola Wanê berdewam bûn.

Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Ya Wanê Rojîn Kabaîş a li Wanê winda bû hate dîtin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê ev tişt got: “Mixabin cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê ku ev 18 roj in winda bû û di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha KYK’ê derketibû ji aliyê tîmên me ve li perava Gola Wanê ya li Gundê Mela Kasim hate dîtin.”