Parêzgerê Dihokê: Berê binyatî ji bo pirojeyeke geştyariyê li Amêdiyê tê danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Îro berê binyatî ji bo pirojeyeke geştyariyê li Amêdiyê tê danan, ku wekî yek ji pirojeyên herî xweşik ên geştyarî tê hesibandin.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 16.10.2024) ragehand, “Îro berê binyatî ji bo pirojeyeke geştyariyê li Havîngeha Sûlavê li qezaya Amêdiyê bi milyarek û 470 milyon dînaran tê danan.”
Elî Teter pêştir jî ji K24ê re gotibû, “Gelek piroje li sinorê parêzgeha Dihokê tên bicihanîn û berê binyatî jê re tê danan, yek ji wan jî Kornîşê Geliyê Balinda li ser rûbarê Şîn e ku karûbarên wî bi awayekî gelek baş tên birêvebirin, herwesa çend hotelek jî li Sûlava Amldiyê tên çêkirin.”
Navbirî herwesa got, “Ew deverên ku ev gelek sal in arêşeya şerê navbera PKK û Tirkiyeyê lê heye, kêmtir piroje lê hatine bicihanîn, lê ji niha û pê de piroje dê bigehin wan cihan jî. Yek ji wan pirojeyan jî rêya Balinda ye, ku bi zêdetirî 22 milyar dînaran tê bicihanîn û ji çêkirina cade û ronahî û pakijkirina gelî pêk tê.”