Mesrûr Barzanî: Me di Kabîneya Nehem de giringiyeke mezin da çêkirina rêyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Cotmehê kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş-Xebatê danî û di gotarekê de got:. “Ev rê dê bandorek mezin bike û sûdê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me girîngiyeke mezin daye çêkirina rêyan li seranserê Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê pêşkeftineke berçav dîtiye piştî çêkirina hijmareke mezin ji rêyan. Projeyên din yên bi vî rengî di planên me de ne û dê di paşerojê de jî werin cîbicîkirin.”
Diyar kir jî: “Rêya Berdereş-Xebatê, rêyeke girîng a aborî ye ku Hewlêrê bi Dihok û Mûsilê ve girê dide. Herwiha rêyeke bazirganiyê ya girîng e ji ber ku dema kamyon ji Tirkiyeyê tên Herêma Kurdistanê û piştre diçin parêzgehên din ên Iraqê, vê rêyê bikar tînin.”
Mesrûr Barzanî got: “Pêştir ev rê ne bi kalîte û li gorî pîvanên navdewletî hatibû çêkirin û pir qerebalix bû, ev yek bû sedema hejmareke mezin a qezayên trafîkê. Bi çêkirina vê rêyê li gorî plan û dîzayna ku jê re hatiye amadekirin, em hêvîdar in ku hem hatinûçûna welatiyan hêsan bibe û hem jî qezayên trafîkê kêm bibe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku ew dê rêyên Herêma Kurdistanê baş bikin, lê daxwaz ji welatî û şofêran jî kir ku rêzikên hatinûçûnê bicih bînin û bilez nemeşin, ji bo parastina ewlehiya xwe û yên ligel wan.
Mesrûr Barzanî herwiha bi pêwîstî zanî ku xizmetguzariyên zêdetir ji bo devera Berdereş û derdora wê bên pêşkêşkirin û tekez li ser wê yekê kir ku asta xizmetgozariyên li deverê de, mixabin ne di asta xwesteka me de bûn û me xwest zêdetir xizmetguzarî bikin. Lê belê ji ber sedemên curbecur, me nekarî bi rêk û pêk xizmeta vê herêmê bikin, tevî ku projeyên baş jî hatine cibicîkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser girîngiya herêma Berderaşê di warê çandiniyê de û got: “Çend berhemên cotkarên herêma Berderaşê ji bo welatan hatine hinardekirin û me plana zêdekirina van berheman û cîbicîkirina çend projeyên din ên xizmetguzariyê ji bo vê herêmê heye.”
Dirêjahiya projeya rêya Berdereş-Xebatê nêzîkî 35 kîlometran e û bi xerciya zêdetirî 98 milyar dînar tê cîbicîkirin. Proje dê her du parêzgehên Dihok û Hewlêrê bi hev girê bide û rêyeke sereke ya bazirganî ye di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye.