Sîhad Barzanî: Pêşmerge azad in dengê xwe didin kê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Piştevaniyê ragihand: “Hêsankarî gelekî di proseya dengdana taybet de hatiye kirin û Pêşmerge azad in dengê xwe bidin çi aliyekî siyasî yan namzedekî.”

Serfermandarê Hêzên Piştevaniyê Yek Sîhad Barzanî îro li navendeke dengdanê ya Hewlêrê deng da û ji peyamnêrê K24ê re got: “Ez bang li birayên xwe yên Pêşmerge dikim ku bi awayekî aram û bi rêkûpêk biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin kurdayetiya xwe û ji cîhanê re nîşan bidin ku ev proseyeke demokratîk e.”

Sîhad Barzanî got: “Her endamekî Hêzên Pêşmerge azad e dengê xwe bide kîjan aliyê siyasî. Hêsankarî gelekî di proseya dengdana taybet de hatiye kirin.”

Proseya dengdana taybet bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

Di proseya dengdana taybet de, zêdetir ji 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin. Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê birêvebirin.