Merwan Mihemed: Piştî seet şeş hejmartina destî ya dengdana taybet hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Seet şeş hemî amûrên dengdanê rasterast hatin rawestandin û raporta dengdana raybet hat çapkirin. Piştî wê yekê jî, dest bi hejmartina destî ya dengan hat kirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Merwan Mihemed îro (În, 18.10.2024) got, “Pirose bi awayekî giştî li Hewlêrê bi awayekî baş bi rê ve çû û ji 89 hezar û 791 dengderên taybet tenê 5% arêşeya nexwandina şûntiliyan hebû.”
Merwan Mihemed amaje jî da, “Li dû amaran, heta seet 12:00 ê nîvro rêjeya dengdanê li Hewlêrê 70% bû, tenê çend arêşeyên teknîkî hebûn lê hatine çarekirin. Herwesa bingeha Cejnîkanê li sinorê bajarkê Behirkê li ser astê Hewlêrê yekane bingeh bû ku tevaya dengderên wê 100% dengê xwe da.”
Navbirî di derheqa binpêkirinan de jî got, “Tenê du skala gehiştine Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komisyonê.” Red jî kir ku çi kamerayeke çavdêriyê ya bingehên dengdanê ji kar keftibe.
Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komisyonê daxwaz ji dengderên giştî jî kir ku, li roja Yekşemê (20.10.2024) pabendî biryar û rênimayên Komisyonê bin, mobîlê bi xwe re nebin bingehên dengdanê ji ber ku ev cara yekê ye di piroseya hilbijartinan de mobîl tê qedexekirin.
Merwan Mihemed di derheqa encamê destpêkê yê dengdana giştî de jî ragehand, “Seet şeş ku dengdan bidawî tê û amûr radiwestin, bi awayekî eliktironî û xwekar amûr raportekê li ser dengdanê çap dikin û kopiya wê raportê bi nûnerê kiyanên siyasî tê dan û kopiyek jî tê helawîstin. Piştî wê yekê jî, rasterast hejmartina destî ya dengan tê kirin.”