Wezîrê Navxwe: Hilbijartin di keşeke aram de birêve biçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dibêje, hilbijartin di keşeke aram de birêve biçe û daxwaz ji dengderan kir ku “raboriyê binirxînin da ku bizanin dengên xwe bidin kê.”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 20ê Cotmehê li Hewlêrê dengê xwe ji bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da.
Rêber Ehmed dilxweşiya xwe ji bo beşdariya di proseya dengdanê de nîşan da û daxwaz ji welatiyan kir ku di heyama ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye diyarkirin de, vî mafî ji dest nedin û dengê xwe bidin.
Rêbar Ehmed ku di heman demê de endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, hêvî xwest ku “berbijêr dengên xwe bidin partiya ku ew hizir dikin ku dê baştir xizmeta wan bike û raboriyê jî binirxînin da ku bizanin dengên xwe bidin kê, ji bo pêşerojeke baştir û rehettir ji xwe û zarokên xwe re dabîn bikin.”
Herwiha got: Hêvîdar im gelê Kurdistanê padeşta Pêşmerge, hêzên ewlehiyê û hemû kesên ku xizmeta gel kirine, bikin.”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir: “Dengdana taybet roja Înê û hilbijartinên giştî jî heta niha pir baş û di keşeke aram de birêve biçe.”