Komîsyon rêjeya beşdarbûna dengdanê ya heta demjimêr 12.00 aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê diyar kir, rêjeya beşdarbûna dengdêran di dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de heta demjimêr 12:00, gihiştiye ji sedî 31ê.
Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariya di dengdanê de ye:
Bazneya Hewlêrê: %34
Bazneya Silêmaniyê: %29
Bazneya Dihokê: %31
Bazneya Helebceyê: %33
Dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20-10-2024an, demjimêr 07:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvara heman rojê berdewam dibe.
Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin. Li gorî komîsyonê, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengder dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.
Roja Înê, 18-10-2024an dengdana taybet a xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariyê gihişte ji sedî 97ê bû û 208 hezar û 521 endamên hêzên ewlehiyê deng dane.