Axios: Îran amadekariyan ji bo êrîşkirina ser Israîlê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Axiosê radigehîne, “Îran amadekariyan dike ku êrîşê bike ser Israîlê.”
Du çavkaniyên Israîlî ragehand, “Li dû helsengandinên hewalgiriyên Israîlê, Îran amadekariyan dike ku di çend rojên bê de ji ser axa Îraqê êrîşê bike ser Israîlê, mimkin e ew êrîş berî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bê kirin ku biryar e ew hilbjartin li roja Sêşema bê bên kirin.”
Wan her du çavkaniyan ji malpera Axiosê ya Amerîkayî re ragehandiye, “Helsengandinên hewalgirî yên Israîlê wê yekê diyar dikin ku, wesa diyar e Îran li Îraqê bi hejmareke zêde ya dron û moşekên balistîk êrîşê bike ser Israîlê.”
Wê malperê herwesa ron kiriye, “Ew êrîş dê bi rêya komên alîgirên Îranê li Îraqê be, ne ku dê rasterast ji ser axa Îranê be, lewma mimkin e ev bizavek be ji bo dûrkeftina ji êrîşeke din a Israîlê bo ser Îranê.”
Israîlê li roja Şemiya borî wekî tolvekirina êrîşa 01Cotmehê ya Îranê, bi nêzî 100 balafir û dronan çend cihên serbazî yên Îranê kirin armanc, ku di encamê wan êrîşan de du serbaz jî hatin kuştin.