Servet Çetîn bû rahênerê nû yê Amedsporê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Amedsporê ve bi awayeke fermî hat ragihandin ku wan bi Rahêner Servet Çetîn re li hev kirine ku heta dawiya werzê 2024-2025ê bi hev re bixebitin.

Piştî ku Rahêner Ersun Yanal dest ji Amedsporê berda, Amedspor bo rahênerek nû ketibû nava lêgerînê. 

Ji aliyê malpera fermî ya Amedsporê ve hat ragihandin ku Servet Çetîn bûye rahênerê nû yê Amedsporê û wan heta dawiya werzê 2024-2025ê li hev kirine. 

Servet Çetîn di futbola Tirkiyeyê de kesayetekî navdar e ku dema lîstikvaniya xwe de di tîmên wek Fenerbahçe, Galatasaray û Trabzonsporê de leyîstiye û her wiha di bijarteya Tirkiyeyê de jî cih girtiye. 

Servet Çetînê ku temenê wî 43 sal e ji bajarê Îdirê ye û piştî dest ji lîstikvaniyê berdaye jî ezmûna xwe ya yekem a rahênertiyê di tîma Sîvasporê de jiyaye û derketiye 19 yariyan.