Bereyê Miqawemeyê yê Îraqê êrîş kir ser başûrê Israîlê
Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê bi dronan êrîş kir ser pêgeheke giring li başûrê Israîlê.
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê serê sibeha îro (Duşem, 11.11.2024) di beyannameyekê de ragehand, di berdewamiya bizavên wê de ji bo berhingarbûna dijminî û piştevaniya wê ji bo gelê Filistîn û Libnanê û li beranberî wê komkujiya li dijî xelkê sivîl, ji wan jî zarok û jin û danemran tê kirin, Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê îro bi rêya dronan êrîş kir ser pêgeheke serbazî ya giring li başûrê Israîlê.
Bereyê Miqawemeyê di wê beyannameyê de ron jî kir, “Bi dronan êrîşeke din jî kiriye ser pêgeheke din a serbazî li başûrê Israîlê.”
Bereyê navbirî amaje jî da ku, “li ser operasyonên xwe ji bo nehêlana cihên Israîlê berdewam e.”
Ev jî bi bizavên navdewletî re berdewam e, ji bo biserxistina danûstandinan û ragehandina agirbestê li bereyê Libnanê.