Sibe Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê serdana Îraqê dike

Omer Bolat / Wêne: AA
Omer Bolat / Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê bi hevaltiya şandeke bilind serdana Bexda û Besrayê dike û çend civînên giring bi aliyên peywendîdar re dike.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat sibe (Duşem, 18.11.2024) bi hevaltiya şandekê re, ku ji Komeleya Belênderan, Civata Hinardekarên Tirkiyeyê û hejmareke nûnerên kompaniyên Tirkiyeyî pêk hatiye, bi serdaneke fermî ya durojî digehe Îraqê.

Ew şanda Tirkiyeyê ya bazirganî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Bazirganiyê Esîr Dawid Selman û Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Îraqê Rezaq Mihêbis Sadawî re dicive, herwesa dusibe (Sêşem, 19.11.2024) jî bi Parêzgerê Besreyê Eshem Êdanî re dicive.

Armanca wê serdanê komkirina bazirganên Tirkiyeyê bi bazirganên Îraqê re û vedîtina derfetê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî ye. Herwesa biryar e “civîna maseya bazineyî” bi tevlîbûna kompaniyên belênder li Bexda û Besrayê bê kirin.

Herwesa her di çarçoveya wê serdanê de, danûstandin li ser pirsên zêdetir mukomkirina peywendiyên bazirganî û aborî yên navbera her du welatan tên kirin.

Qebareya hinardeya Tirkiyeyê ji bo Îraqê ji meha yekê ya îsal heta vê mehê li beranberî sala borî 5.3% zêde bûye û gehiştiye 10.8 milyar dolaran. Di vê demê de qebareya hawirdeya Îraqê ji bo Tirkiyeyê jî 41% kêm bûye û bûye 3.7 milyar dolar. Astê qebareya bazirganî jî bi giştî 14.5 milyar dolar e.

Heta niha belênderên Tirkiyeyê bi qebareya 34.9 milyar dolaran bicihanîna hezar û 111 projeyan li seranserî Îraqê bi stûyê xwe ve girtiye.