Davutoglu ji K24ê re: Em piştgiriyê li çareseriya pirsa Kurd dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê dubare kir û tekez kir: “Pirsgirêka Rojhilata Navîn tenê li nav xwe tê çareserkirin.”
Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di çarçoveya Pêncemîn Korbenda MEPSê de li zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Dihokê ji K24ê re got: “Rewşa Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkeke mezin de ye û pêwîst e çareser bibe û ev kesên jîr û zana bi hev re rûnin û pirsgirêkan gotobêj bikin.”
Davutoglu got: “Pirsgirêka Rojhilata Navîn tenê li navxwe çareser dibe, ne li derve.”
Herwiha Davutoglu derbarê proseya nû ya aştiyê de got: “Me berê jî piştgirî li çareseriya pirsa Kurd kiriye û her gavekî ku ji bo demokrasiyê girîng be em ê piştgiriyê bidinê.”