Ensarîoglu: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya navxweyî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu da xuyankirin, “Proseya nû ya Tirkiyeyê ku bi Dewlet Bahçelî dest pê kiriye, plana dewlet û hevpeymana cumhur e.
Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu li Dihokê di çarçoveya beşdariya di korbenda MEMPS de ji K24 got, ew sazkirina korbenedeke wiha pir girîng dibînin û got: “Civînên wiha dibin sedem ku ji Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Ewropa gelek kes werin ba hev, nêrînên xwe parve bikin. Pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin. Em jî girîngiyike mezin didin vê konferansê. Herî zêde jî pêwîstiya kurdan bi aştî heye.”
Ensarîoglu derbar proseya nû ya Tirkiyeyê de got: “Proseya ku bi Dewlet Bahçelî destpê kiriye, plana hevpeymaniya Cumhur e. Dewletê îradeyeke bihêz nîşan daye. Tirkiye dixwaze mezin bibe, bihêz be û ji bo vê jî pêwîstî bi aştiya navxweyî heye. Gel êdî berdewamiya şer û tundiya çil salan naxwaze. Em behsa hemwelatiya wekhev, mafên destûrî û demokrasiya zêdetir dikin.”