Serok Barzanî serexweşiyê li malbat û kesûkar û nasên hunermend Zahir Ebdila dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peyameke behîdarî û hevxemiyê ji bo wexera dawiyê ya hunermendê warê şano û dramayê Zahir Ebdila radigehîne û serxweşiyê li malbat û kesûkar û nasên wî û tevaya hunermendên Kurdistanê dike.
Tekista peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya wexera dawiyê ya hunermendê warê şano û dramayê Zahir Ebdila gehişt min.
Zahir Ebdila kesatî û hunermendekî welatperwer û diyar ê Hewlêrê bû ku bi dilsozî xizmeta şano û dramaya Kurdî kiriye.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û nasên Zahir Ebdila û tevaya hunermendên Kurdistanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
23ê Mijdara 2024ê