Ronkirinek ji aliyê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Avahiyê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Avahiyê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesek bi navê Cemal Mistefa Tikrîtî, ku zavayê diktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisên e, di çavpêkeftinekê de bi rojnameya Elşerq Elewsetê re behsa kîmyabarankirina bajarê Helebceyê dike û gotinekê ji kîstê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wê gotinê red dike û peyamekê li ser wê yekê parve dike.

Ev jî tekista peyama Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:

Kesek bi navê Cemal Mistefa Tikrîtî, ku zavayê diktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisên e, di çavpêkeftinekê de bi rojnameya Elşerq Elewsetê re behsa kîmyabarankirina bajarê Helebceyê dike ku ji aliyê rijêma Beis a Îraqê ve hat kîmyabarankirin. Ji bo vê yekê jî daxuyaniyeke çêkirî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wekî belge vedigêre ku qaşo gotiye “du balafirên Îranî Helebce kîmyabaran kiriye”! Vê daxuyaniyê çi bingeh nînin û çêkirî ye û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi demekê daxuyaniyeke wesa nedaye.

Bikerên kîmyabarankirina Helebceyê jî gelek diyar û eşkere ne û hemî belge jî hene ku bikerê wê rijêma berê ya Îraqê ye.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê