Serokwezîr kevirê bingehîn ê Navenda Hişyarkirin û Çareserkirina Bikarhênerên Madeyên Hişbir datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdarê kevirê bingehîn ê Navenda Hişyarkirin û Çareserkirina Bikarhênerên Madeyên Hişbir li Hewlêrê datîne ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina LDS ve li Hewlêrê tê avakirin.

Pêştir Endama Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Madîha Meksosî ragihandibû, ev çend meh in komîteya wan kar li ser sererastkirina yasaya jimare 50 ya sala 2017an a rûbirûbûna madeyên hişbir dike, yek ji sererastkirina her diyar jî, tundkirina sizayên bazirganan û kesên ku madeyan handana wê madeyên dikin e.

Meksosî got: "Projeyayasaya sererastkirinê amade ye û ti nakokiyeke siyasî li ser nîne, ji ber ku ev made bûne metirsiyeke rast li ser malbatên Îraqî bi giştî.”

Qaçaxçîtiya madeyên hişbir li Iraqê her diçe berbelav dibe û tedbîrên lawaz ên hikûmetê û nebûna yasayan ji bo rûbirûbûna wê bûye, sedema zêdebûna tawan û pirsgirêkên civakî.

Li Herêma Kurdistanê jî dezgehên ewlehiyê hişyar in û li gor amarên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, di heyama 11 mehên îsal de 1311 gumanbar hatine girtin, ji wan 698 kes bazirganên madeyên hişbir in, herwiha 444 kîlogram madeyên hişbir hatine desteserkirin, ligel 45 kîlo heb û 29 hezar û 400 şirît heb hatin desteserkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment