Piştî agirbesta Libnan û Israîlê, Hizbulaha Îraqî gefan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Îraqî ragehand, “Bereyê Miqawemeyê yê Îraqê bi agirbesta Libnanê ranaweste, heta artêşa Israîlê ji Xezzeyê dernekeve”.

Hizbulaha Îraqî îro (Çarşem, 27.11.2024) li ser malpera xwe ya fermî parve kir, “Agirbesta navbera her du bereyên hevrikiyê yên Libnan û Israîlê, eger xweragiriya çekdarên Hizbulaha Libnanî û bêşiyaniya Israîliyan neba, agirbest nedihat kirin, lewma ew biryar bi awayekî eşkere Libnanî bû”.

Hizbulaha Îraqî amaje jî da, “Amerîka di hemî tawanên stem û kuştin û herifandin û awarebûnê de hevpara Israîlê bûye, lewma dereng an zû divê xûka wê yekê bide”.

Ew wesa dibîne ku “bêhnvedana aliyekî Bereyê Miqawemeyê bandor li ser yekrêziya meydanên wê bereyê nabe, belkî aliyên nû ji bo bihêzkirina meydana hevrikiyan û rûbirûbûna dijminan tên pêş”.

Tekez jî kir, “helwesta me li ser pirsa Filistînê neguher e, ew ew sermaye ye ya ku em xwîna xwe ya bibiha jê re dirêjin, herwekî çawa me li Libnanê rêt”. Amaje jî da, “Em li lîwayên Hizbulahê gelê xwe li Xezzeyê nahêlin, hindî qurbanîdan mezin bin”.

Piştî borîna zêdetirî salekê ji şer û pêkdadanên navbera çekdarên Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê, li dawiyê bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera her du aliyan de lihevkirin li ser agirbesteke dumehî hat kirin, û seet çarê serê sibeha îro bi dema Beyrûtê lihevkirina wê agirbestê hat bicihanîn.

Li dû çavkaniyên nûçeyan, tevî ku heta piştî bicihanîna agirbestê jî balafirên şerî yên Israîlê li hindav başûrê Libnanê dizivirîn jî, lê êrîşên asmanî û pêkdadanên meydanî bi temamî hatine rawestandin. Artêşa Israîlê jî tekez kiriye ku divê ew gundên li deverên sinorî yên başûrê Libnanê hatine destnîşankirin bên berdan.

Her di derheqa agirbesta navbera Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di peyamekê de helwesta Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşwaziya rawestandina şerî û bicihanîna wê agirbestê ragehand.

Îsmaîl Beqayî herwesa amaje da, “Em pêşwaziya bidawîanîna binpêkariyên dijminatiya rijêma Israîlê li ser Libnanê dikin, di eynî demê de piştevaniya me ji bo hikûmet û xelkê Libnanê û Miqawemeyê dê berdewam be û nayê guhertin”.