Li Deriyê Sinorî yê Kêlê livîna bazirganî û geştiyarî asayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Deriyê Sinorî yê Kêlê 10 santîmetrên befrê barîne û şeva borî rêya deriyê sinorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê hatibû daxistin, lê tîmên ramalîna befrê li serê sibeha îro (Çarşem, 27.11.2024) ew rê vekiriye û livîna bazirganî û geştiyarî asayî bûye.
Birêveberê Gomirka Raperînê Ebas Ezîz Bapîr ji K24ê re got, “Ji êvara duhî ve barîna befrê li Deriyê Sinorî yê Navdewletî yê Kêlê li sinorê Qeladizê dest pê kiriye, lê bi bizav û tekoşîna tîmên vekirina rêyan nehişt livîna bazirganî û geştiyarî li wî deriyê sinorî leng bibe, belkî hemî kar bi rengekê asayî bi rê ve diçin.”
Ebas Ezîz Bapîr herwesa got, “Di salên borî de di dema barîna befrê de li deriyên sinorî, tîmên ramalîna befrê li Herêma Kurdistanê alîkariya tîmên Îranî kiriye û li wî aliyê sinorî jî rê vekiriye, ji bo ku bazirganî û hatin û çûna geştiyarî leng nebe, lê ji duhî ve heta îro livîna bazirganî û geştiyarî li her du aliyên sinorî yên Başûr û Rojhilatên Kurdistanê berdewam e.”
Deriyê Sinorî yê Kêlê li devera Pişderê Îdareya Raperînê li sinorê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê û bajarê Serdeştê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilata Kurdistanê bi hev re girê dide.