Şanda PDKê li Silêmaniyê bi Newey Niwê û Tevgera Gorranê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Silêmaniyê û niha bi Newey Niwê re di civînê de ye.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, şanda PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmetê îro 27ê Mijdarê gihîşte Silêmaniyê û niha Tevgera Newey Niwê re di civînê de ye.

Da zanîn jî, biryar e şanda PDKê serdana Tevgera Gorran bike û ligel Sekreterê Giştî yê Tevgerê Dana Ehmed Mecîd û endamên serkirdatiya wê re bicive.

Derbarê civîna PDKê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, jêderekî ji nava YNKê ji K24ê re ragihand; dibe ku civîna YNK û PDK’ê bikeve piştî civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê ya di meha Kanûnê de.

Ev yek piştî wê tê, endamê Şanda Danûstandinan a PDKê Dilşad Şihab îro di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Şanda PDKê îro bi merema danûstandinan bi aliyên siyasî re ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Silêmaniyê dike.”

Dilşad Şihab ku herwesa endamê Komîteya Navendî ya PDKê ye amaje jî da, “Me peywendî bi hemî aliyên siyasî re kiriye û em dê bi wan hemiyan re bicivin, xwe yên ku opozisyonbûna xwe jî ragehandiye.” Ron jî kir, “Eger me nekarî îro bi hemî aliyan re bicivin, em dê sibe û rojên di dû re civînên xwe berdewam bikin.”

Navbirî herwesa got, “Me dixwest li dû rêzbendiya kursiyan û destkeftiyên hilbijartinan bi aliyên siyasî re bicivin. Me dixwest li destpêkê bi Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê re bicivin, lê ji ber amadenebûna tevaya endamên wê, em îro nikarin bi wan re bicivin. Bi piştrastî ve em di peywendiyê de ne û di rojên bê de civîna me dê hebe.”

Endamê Şanda Danûstandinan a PDKê eşkere jî kir, “Hemî aliyên siyasî amadebûna xwe diyar kiriye ku bi me re bicivin, û berpirsyarîtiyeke hevpar li ser milên me tevan e.”

Dilşad Şihab tekez jî kir, “Deriyê PDKê li ber hemî aliyên siyasî vekiriye û em dixwazin hikûmeteke berfireh pêk bînin.” Herwesa got, “Yek ji bingehên pêkanîna Kabîneya Dehê rêzgirtina li destkeftiyên hilbijartinan e û PDK jî serkeftiya yekê ye, divê di dema danûstyandinan de rêz li dengê welatiyan bê girtin.

 
Fly Erbil Advertisment