Mewlûd Oguz pirtûka xwe ya helbestan “Lîrîka Berbangê” çap kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan û rojnameger Mewlûd Oguz pirtûkeke helbestan a bi navê “Lîrîka Berbangê” çap kir.
Pirtûka helbestan “Lîrîka Berbangê”, pirtûka yekemîn a helbestvan û rojnameger Mewlûd Oguz e û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve çap bûn.
Helbestvan Berken Bereh derbarê Lîrîka Berbangê de dibêje: “Mewlûd Oguz, bi ferhengeke henûn, dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wek şekirê çayê têkelî ristan bûye, mizgîniya şa’irekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe, lîrika berbangê, bîstanê stêran, şekirsêvekê, berberoya di rukûyê de, lêkereke kesk, hokereke sor, helwesteke pola, desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. Lîrîka Berbangê, çi civakî, çi takekesî, rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şi’rên di vê pirtûkê de xwendin. ‘Pêjna lingê şairekî baş’ ji wan tê.”
Derbarê Mewlûd Oguz de:
Mewlûd Oguz helbestvan, rojnameger û wergêrê sûndxwarî yê kurdî ye. Ji Heskîfa Batmanê ye. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye. Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye.
Mewlûd Oguz ji 2022yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide. Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (IHD) û PENa Kurd e.