Şanda Ezherê: Pêkvejiyana ol û neteweyan li Kurdistanê mînakeke serkeftî ya deverê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a zanayên Zanîngeha Ezherê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring û dawî pêşhat û rewşa deverê dike.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 02.12.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a zanayên Zanîngeha Ezherê ya Misirê kir, ku ji Sikirtêrê Giştî yê Desteya Zanayên Mezin ên Ezherê Dr. Ebas Şoman û Birêveberê Karûbarên Derve yê Zanîngeha Ezherê Ehmed Fewzî pêk hatibû.
Zêdebarî diyarkirina dilxweşiya xwe bi wê serdanê ji bo Herêma Kurdistanê, şanda mêvan di wê hevdîtinê de pesna aramî û seqamgirî û vejîn û pêşkeftina Herêma Kurdistanê kir û bi giringî ve behsa tebayî û pêkvejiyana netewe û olên cuda cuda li Herêma Kurdistanê wekî mînakeke serkeftî li deverê kir.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya şanda mêvan kir û ronahî berda ser peywendiyên dîrokî û dostanî yên navbera gelê Kurdistanê û gelê Misirê, hêvî jî kir ku ew peywendî xasma di warê akademî de zêdetir bên pêşxistin û herwesa hevahengî û hevpariya bi navendên olî û zanistî yên Zanîngeha Ezherê re.
Metirsiyên serhildana terorê û hizira tundrêtiyê û pêdivîtiya hevahengiya hemî aliyan ji bo parastina aramî û seqamgiriya deverê û herwesa dawî guhertin û aloziyên Rojhilata Navîn jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.