Necat Elî: Em li ser hevgirtina hêzên xwe di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de berdewam in

Necat Elî
Necat Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Hêzên 80ê yên Wezareta Pêşmerge dibêje, “Em li ser veguhastina hêzên xwe ji bo Wezareta Pêşmerge berdewam in, herwesa me kariye du firqeyan ji hêzên xwe çê bikin û bixin bi ser wê wezaretê ve.”

Bi amadebûna Serok Barzanî, îro (Sêşem, .3.12.2024) merasîmên gera 16ê ya derçûyên hêzên 80ê yên Wezareta Pêşmerge li bingeha meşqê ya Hewlêrê bi rê ve çûn.

Berpirsê Hêzên 80ê yên Wezareta Pêşmerge Necat Elî di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de ragehand, “Vê pêla Pêşmergeyan di sê mehan de baştirîn rahênanên serbazî û perwerdeya serbazî wergirtiye.”

Berpirsê Hêzên 80ê yên Wezareta Pêşmerge amaje jî da, “Pêşmerge şkînerên efsaneya DAIŞê bûn, di demekê de ku bi sadetirîn çek rûbirûyî wê rêkxistina terorî bû.”

Necat Elî di derheqa piroseya çaksazî û hevgirtina hêzên Pêşmergeyan de jî got, “Em bi alîkariya hevpeymanan li ser hevgirtina hêzên xwe di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de berdewam in, herwesa me kariye du firqeyan ji hêzên xwe çê bikin û bixin bi ser wê wezaretê ve.”

Navbirî tekez jî kir, “Ji bo cara yekê piroseya dezgehîkirin û hevgirtin û sîstemkirina hêzên Pêşmergeyan hat destpêkirin.” Herwesa got, “Di pilanên me de ye ku di sala nû de li ser rêkxistina hêzên xwe berdewam bin, û herwesa em bizavê dikin ku wê piroseyê bileztir jî bikin.”