Pedersen li Şamê: Guhertina me piştî Esed dît, hêviyeke mezin dide Sûriyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di yekem serdana xwe ya piştî rûxana rejîma Beşar Esed, îro 15ê Berçile gihîşte Şamê.
Pedersen ku piştî civîna li Aqebeya Urdinê gihîşt Şamê got: “Guhertina ku me piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed dît, hêviyek mezin dide Sûriyan.”
Herwiha got: “Netewên Yekgirtî ti tolhildanê li Sûriyayê naxwaze, belkû lêpirsîneke dadmend bêyî tolhildanê dixwaze.”
Pedersen da zanîn, “kêşeyên mezin li Sûriyeyê hene." Herwiha tekez kir ku “pêvajoya siyasî divê berfireh be û ji aliyê Sûriyan bi xwe ve were birêvebirin.”
Pedersen got jî, divê saziyên dewletê careke din dest bi karê xwe bikin û daxwaz ji wan kir ku ewlehiya xwe bi temamî misoger bikin.
Pedersen duh Şemiyê li Aqaba, li başûrê Urdunê, bi wezîrên Ereb, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê re beşdarî gotûbêjên derbarê Sûriyê bûbû.
Wezîrên wan welatan di daxuyaniyeke hevbeş de jî gotin: Ew di wê baweriyê de ne ku proseya siyasî ya veguhêz, divê hikûmeteke berfireh, ne mezhebî û nûneratiyan hemûya bike pêk bîne û li ser bingeha pirensîpên biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî bin.
Herwiha tekezî li ser rêzgirtina li mafên mirovan, di nav de mafên jinan û pêkhateyan kirin.