Li şaredariyên Diyarbekir û Wanê Serokatiya Xizmetên Astengdar û Pîran vebûn

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi rêrismeke danasînê Serokatiya Xizmeten Astengdar û Pîran hat avakirin, di rêrisma danasînê de Hevserokê Dem Partîyê Tuncer Bakirhan bal kêşand ku li Tirkiyeyê 10 milyon astengdar hene, lê bi awayekî bibandor xizmet bo wan nayê dayîn û di warê dabînkirina pêdiviyên wan de jî kêmasî zêde ne. Hevşaredaran jî amaje kirin ku dê xizmeteke baştir bo astengdaran pêşkêş bikin.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi rêrismeke danasînê hat ragihandin ku bin banê şaredariyan de Serokatiya Xizmetên Astengdaran hatiyê damezirandin. Derbarê serokatiya xizmetên astengdaran de hevserokên şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir û Wanê naveroka xizmetan parve kirin û amaje kirin ku ewê hewil bidin hemû qadên jiyanê de bersiva pêdiviyên astengdaran bidin. Rayedarên Dem Partî jî amaje kirin ku li Tirkiyeyê heta neiha tenê Dem Partiyê giringiyek mezin daye pirsgirêkên astengdaran.

Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Li Tirkiyeyê 10 milyon astengdar hene, ev hijmar %12ê civakê ye, lê bo astengdaran ji budçeyê %1.2 tenê behr tê dayîn. Mixabin xizmetek têr bo astengdaran nayê dayîn, di nava partiyên siyasî dê heta niha tenê Dem Partiyê manifesto bo astengdaran amade kiriye. Tirkiyeyê peymana mafên astengdaran a neteweyên yekgirtî îmze kiriye lê xalên wê cîbicî nake. Li Tirkiyeyê astengdar birçî û bêkar in, lê di 3yê berfanbarê roja astengdaran de jî gelek kes dikevin dikevin rêzê de. Ji ber wê ev xebat hêja û girîng e.” 

Astengdaran jî anîn zimên ku ew keyfxweş in ku gavên wisa tên avêtin, astengdaran bang kirin ku divê di warê çareserkirina pirsgirêkên astengdaran de desthilatdarî jî gavên nu biavêjin û daxwaz dikin ku ne tenê yek roj di hemu rojan de ew di bîra civakê û saziyan de bin. 

Serokê Komeleya Nabînan a Dîcleyê Abdulmecît Yilmaz ji K24ê re got: “Serokatiya Xizmetên Astengdaran yek ji daxwazên me bû. Me 2 armanc dabûn pêşiya xwe yek ev bu ku rêveberiyên herêmî de serokatiya xizmetên astengdaran were avakirin, di desthilata navendî de jî me dixwest wezareta astengdaran were avakirin.”

Ji bo ku jiyan bo astengdaran hêsantir bibe û pêdiviyên wan bi awayekî leztir werin dabînkirin serokatiya xizmetên astengdaran hat avakirin, astengdar keyfxweş in lê dibêjin ew dixwazin di pratîkê de van xizmetan bibînin.

 
Fly Erbil Advertisment