Li Diyarbekirê kevneşopiya çêkirina odeyên ber ferşên kevnar zêde dibe

Diyarbekir (K24) – Li Dîyarbekir kevneşopîya çêkirina odeyên bi hilberên herêmî li mal û kargehan roj bi roj zêde dibe. Hesreta germahîya dem û berhemên berê her ku diçe zêde dibe. Yên ku dixwazin di malên xwe de atmosferek nostaljîk çêbikin, berê xwe didin odeyên rojhilatî yên bi hilberên heremî. Dixwazin li wan quncika pêşwazîya mêvanên xwe bikin.

Dem diguhere, çêj û daxwaz jî bi demê re diguhere. Ji aliyekê ve her sal curbecur textebendên nûjen li firotgehan cîhê xwe digre, ji hêla din ve eleqeya li odeya rojhilatî yên bi hilberên heremî jî zêde dibe. odeyên bi hilberên heremî hem bi rehetîya xwe him jî bi atmosfera xwe ya kevneşopî balê dikişîne. Quncikên bi berhemên heremî, xalîçeyên bi desta, qalibên kevnar ên herêmî cardin li mala cihê xwe digre. 

Firoşkarê Hilberên Herêmî Ercan Yildirim: “Di van demên dawî de eleqeyek mezin ji quncikên bi hilberên heremî re heye. Dixwazin jurek malên xwe bi hilberên heremî bi xemilînin. Li Dîyarbekirê çawa eleqeya avahîyên dîrokî zêde bu yên wek quncikÊn bi hilberên heremî jî zêde bû. Ev eleqe ji ber hesrer û germahîya rojên berê ye. Raxistina jurek malê di navbera 10 hezar lîre û 30 hezar lîreyî de ye. Niha li Dîyarbekir yên ku xalîçe çêke tune buhayên xalîçeya zêde ye. Êm ji firoşkarên kevn berhev dikin.”

Tiştên ku di demên berê de dihatin bikaranîn bi hêmanên şêwaza nûjen ve hatin guheztin. Lê yên ku nedikarîn germahiya wan salan di nav tiştên nûjen de bibînin, hesreta wan ya paşerojê dest pê kir û dest bi karanîna hilberên berê yên heremî kirin. Yên ku dixwazin di malên xwe de atmosferek nostaljîk çêbikin, berê xwe didin quncikên rojhilatî yên bi hilberên heremî, xalîçeyên destçêkirî û qalibên kevnar ên herêmî.

Welatî Îhsan Gûneş: “Mirov êdî nûjentir û fantazîtir in. Mirov hey vîlla ji xwe re çêkirîye lê nujen raxistîye lê mirov heye ji xwe re vîlla çêkirîye ji berk ku berê li gund dijîya dixwaze ew çanda xwe berdewam bike û jurek mala xwe bi hilberên heremî dixemîlîne.

 
Fly Erbil Advertisment