Amerîkayê serkirdeyekî bilind ê DAIŞê li Sûriyeyê kuşt

Hejmareke serbazên Amerîkayî li Sûriyeyê (Wêne: AFP)
Hejmareke serbazên Amerîkayî li Sûriyeyê (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîkayê di bombebaranekê de serkirdeyekî bilind ê DAIŞê li biyabanên Dêrazorê li Sûriyeyê kuşt, ku heft salan karê hewalgiriyê ji DAIŞê re kiribû.

Çend çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê ji medyayên welatê xwe re got, “Yek ji wan kesên di bombebarana duhî (Sêşem, 24.12.2024) ya hêzên Amerîkayê de li biyabanên Dêrazora Sûriyeyê hatine kuştin Ebû Wehab Îraqî ye, ku yek ji serkirdeyên bilind û diyar ên Rêkxistina Teroristî ya DAIŞê bû.”

Her li dû wê çavkaniyê, Ebû Wehab Îraqî ji bo dema heft salan wekî berpirsê hewalgiriya DAIŞê li Dêrazorê kar kiriye û pêştir jî rolekî mezin di êrîşa wê rêkxistinê li ser Neynawayê de hebûye.

Pêştir Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di derheqa wê êrîşa xwe ya asmanî ya li ser DAIŞê de ragehandibû, “Ew helmet di çarçoveya pabendbûna berdewam a Fermandeya Navendî ye, bi alîkariya hevparên wê yên deverê, ji bo lengkirin û lawazkirina bizavên teroristî di pilandanan û rêkxistina êrîşan de li dijî welatiyên sivîl û karmendên serbazî yên Amerîkayê, hevpeymanên wê û hevparên wê li deverê û derveyê wî welatî.”