Şandeke Iraqî gihîşt Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Iraqî gihîşt Koşka Gel a Şamê û bi Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re dicive.

Rojnameya “Al-Watan” a Sûriyeyê ragihand, şandeke Iraqî bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbaratê Hemîd Şatrî gihîşte Koşka Gel li Şamê û bi Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re dicive.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basem El-Ewadî ji ajansa nûçeyan a Iraqê re ragihand: “Şandeke Iraqî bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbaratê bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê dicive û pêşhatên nû yên li Sûriyeyê û pêwîstiyên ewlehî û aramiyê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyeyê gotûbêj dikin.”

Piştî rûxana rejîma Beşar Esed, ev yekem serdana şandeke Îraqî bo Sûriyeyê ye.

Wek gava yekem ya niyazpakiyê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rêveberiya nû ya Şamê re, Iraqê berî çend rojan balyozxaneya xwe li Şamê vekiribû. 

Her di vê derbarê de, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke televizyonî de gotibû: “Iraq amade ye piştgiriya proseya siyasî ya nû li Sûriyeyê bike.”