Hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye cudahiyê di navbera bajarên Kurdî û yên din de nehêle

Wezîrê Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê: Em bi bihayê 14 milyar dolaran 198 pirojeyan bi cih tînin

Mehmet Fatih Kacir
Mehmet Fatih Kacir

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî serdana Dem Partiyê ji bo Ocalan, Wezîrê Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê ragehand ku, ji bo ragirtina hevsengiyê di navbera bajarên Kurdî û bajarên din ên Tirkiyeyê de, bicihanîna gelek pirojeyên stratejîk bi gojimê 14 milyar dolaran pejirandiye.

Wezîrê Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mehmet Fatih Kacir îro (Yekşem, 29.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, Tirkiyeyê pilanek bi gojimê 14 milyar dolaran pejirandiye, ji bo ku di çar salan de 198 pirojeyan li Bakurê Kurdistanê bi cih bîne.

Mehmet Fatih Kacir herwesa got, “Ew piroje ji bo ragirtina hevsengiya aborî û vejandina jêrxaneya bajarên Kurdî ye, wekî bajarên din ên Tirkiyeyê.”

Ev jî di demekê de ye ku di ragehandina îro ya Dem Partiyê de, piştî serdana şanda wê ji bo Ebdila Ocalan, amajeyeke erênî ji bo daxwaziyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli hebû, ku tê de hatiye Ocalan pêşniyara çareseriyeke erênî berçav kiriye, herwesa amaje daye, “Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan tevî ku berpirsyarîtiyeke dîrokî ye, herwesa giringî û pêdivîtiyeke çarenivîssaz ji bo hemî gelan jî heye.”

 
Fly Erbil Advertisment