Hêzên opozisyona Tirkiyeyê piştevaniya piroseyeke nû ya aştiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiyên opozisyona Tirkiyeyê li ser hevdîtina şanda Dem Partiyê û Ebdila Ocalan helwesta xwe diyar dikin û piştevaniya xwe ji bo piroseya aştiyê radigehînin.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) di ragehandinekê de encamê civîna xwe ya duhî (Şemî, 28.12.2024) ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdila Ocalan re li zindana Îmraliyê parve kir.
Li dû ragehandina Dem Partiyê, Ocalan gotiye, “Ji bo serkeftina wê piroseyê, divê hemî aliyên siyasî yên Tirkiyeyê pêşengiyê bikin û helwesteke erênî û avaker hebe, bê ku bikevin nav hisabên demkî û berteng. Bê goman yek ji giringtirîn meydanên vê tevlîbûnê jî dê Perlemana Tirkiyeyê be.”
Di derheqa peyama Ocalan û pêngaveke nû ya destpêkirina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê de, helwesta aliyên siyasî yên bereyê opozisyonê bi vî awayî ye:
Helwesta Dem Partiyê
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari got, “Peyama Ebdila Ocalan gaziyeke dîrokî ye, nabe bihêzkirina hevpeymanîtiya Kurd û Tirkan bi destpêkirina qonaxeke nû ya aştî û demokrasiyê re bê paşxistin.”
Tulay Hatimogullari tekez jî kir, “Perlemana Tirkiyeyê giringtirîn cihê vê hevpeymanîtiyê ye û niha li beranberî derfeteke dîrokî ne, dikarin bi hev re paşerojeke geş ava bikin.”
Helwesta CHPê
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragehand, “Divê ev qonax bi awayekî şefaf bi rê ve biçe.”
Serokê CHPê herwesa got, “Dema hûrgilî tên eşkerekirin, hingê em li nav partiyê helsengandinê jê re dikin, lê giringtirîn xal niha li cem me ew e ku jîn û jiyara malbatên şehîd û kêmendaman li ber çavan bê wergirtin û baştirîn alîkarî jê re bê kirin.”
Helwesta Yenîden Refayê
Serokê Partiya Yenîden Refayê Fatih Erbekan got, “Em ji bo destpêkirina qonaxeke nû amade ne.”
Fatih Erbekan herwesa got, “Em piştevaniya çareseriyê dikin. Li rojavayê welatê me xelkî çi mafek hebe, divê li rojhilatî jî ew maf hebe. Zimanê fermî yê welatê me Tirkî ye, lê dibe li navendên perwerde û fêrkirinê zimanê Kurdî jî bê xwendin, an jî li zanîngehan pişka zimanê Kurdî hebe, lê hemî ew maf divê bi şertê parastina yekparçeyîyê bin.”
Hevdîtina Dem Partiyê û Ocalan li ser daxwaziya Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli çê bû û daxwaz kiribû ku, Ocalan biçe Perlemana Tirkiyeyê û li wê derê çekdanana PKKê rabigehîne.
Hevdîtina Dem Partiyê û Ocalan derbaz bû, niha çav li ser wê yekê ne ka pêngava bê ya Ocalan û Hikûmeta Tirkiyeyê dê çi be.