Li destpêka sala nû li deriyên sinorî kar bi sîstema eliktironî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî parve kiriye, “Piştî temamkirina jêrxaneya pêkvegirêdana tevaya deriyên sinorî, ji destpêka sala nû ve sîstema eliktironî ya deriyan bi merema hêsankariyan ji bo hawirdekirina kelûpelan tê bikaranîn.”
Li dû ragehandina Nivîsîngeha Sûdanî, bikaranîna sîstema eliktironî li deriyên sinorî girêdayî çaksaziyên îdarî û darayî ye, ku pareke karnameya Hikûmeta Federalî ye.
Her ji bo vê meremê, civîneke taybet li Nivîsîngeha Serokwezîran bi serokatiya Şêwirmendê Serokwezîrî ji bo Karûbarên Gomirkê û deriyên sinorî û benderan hat kirin, ji bo ku danûstandin li ser tedbîrên girêdayî birêvebirina sîstema eliktironî ji bo hawirde û hinardeyan li deriyên sinorî bên kirin.
Qaşo di wê civînê de, pêngavên girêdana tevaya deriyên sinorî bi nûtirîn teknolojî temam bûye, û biryar e ji roja 01.01.2025ê ve sîstema eliktironî ya Esîkoda bê bikaranîn, ku sîstemeke cîhanî ye û girêdayî xizmetkariya peredana eliktironî ye.