Şandeke Dem Partiyê diçe Perlemana Tirkiyeyê û hejmareke civînan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro (Duşem, 06.01.2025) şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) serdana Perlemana Tirkiyeyê bike. Wê şandê pêştir serdana Îmraliyê kiribû û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyabû.

Rojeva serekî ya rûniştinên vê heftiyê yên Perlemana Tirkiyeyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Şanda Dem Partiyê dixwaze naveroka serdana xwe ji bo tevaya aliyên siyasî ron bike, ji bo ku yekdengiyeke temam li Perlemanê hebe.

Şanda Dem Partiyê, ku ji Ehmed Turk, Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan pêk hatiye, li destpêkê serdana firaksiyona AK Partiyê dike û bi Serokê Firaksiyona AK Partiyê Ebdila Guler re dicive.

Ji bilî AK Partiyê, ew şand bi Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Seadetê Mehmûd Arîkan re jî dicive.

Herwesa biryar e sibe (Sêşem, 07.01.2025) şanda Dem Partiyê serdana Serokê Partiya Devayê Elî Babacan û paştir jî serdana Serokê Partiya Yenîden Refayê Fatih Erbekan bike.

Hindî CHP ye jî, dema hevdîtina wê diyar nîne. Serokê wê partiyê Ozgur Ozel jî amaje da ku, di rûniştina civata serkirdetiya partiya wan de danûstandin li ser pirsa pêşwaziya şanda Dem Partiyê tên kirin.

Ew şanda Dem Partiyê pêştir li roja Şemiyê, 28.12.2024, li zindana Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiya, ji bo gengeşe û danûstandinên li ser piroseyeke din a aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”