Li Wanê berfê rêyên 493 gundan girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê barîna berfê bandoreke neyînî li jiyanê kir, rêyên bi sedan gundan hatin girtin.
Li Wanê bi şev ji nişka ve berf barî û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin bi 270 wesayît û 618 karmendan ketin nava tevgerê.
Navenda Koordînasyona Afetê ya Şaredariya Bajarê Mezin (AKOM) hişyarî da, ji ber ku di demjimêr şev û sibê de qeşa, cemed çêbibe û car caran mij tê pêşbînîkirin, divê welatî li hember egerên baldar bin.
Li tevahiya Wanê ji ber barîna berfê, rêya 493 gund û bajarokan hatin girtin. Tîmên vekirina rêyan jî li ser karên xwe berdewam in.
Herwiha barîna berfê li hinek navçeyên Çewlig, Şirnex û Sêrte jî bandoreke neyînî li ser welatîyan kir û reyên gelek gundan hatin girtin.