Li Enqerê bazara berhemên entîke û kevnare birêve çû
Enqere (K24) – Li Enqereyê bazareke ciyawaz birêve çû ku bi hezaran berhemên entîke û kevnare tê de hatin pêşandan. Di vê bazara rengîn de berhevkar û hezkiriyên kevnefiroşan hatin balhev û ew fersend dîtin ku hem amûrên demên berê binasin û bibînin hem jî bo mal an jî kesekî/ê re diyariyeke cuda bikirin.
Ev dîmenên rengîn û ciyawaz ji bazara berhemên entîke û kevnare ya Çankayaya Enqerê ne. Di vê bazarê de bi dehan stand hatine danîn û bi hezaran berhemên kevnare yên cûrbecûr yên weke plak,pirtûkên destê duyem, pêlîstokên demên berê, amûrên çandiniyê, saet, kelûpelên jiyana seretayî û gelek tiştên din ji bo berhevkar û hezkiriyên wan tên pêşandan.
Ozcan Saatçîler: “Min 80 salî kare saetan kiriye û hosteyê saetan bûm. Ez koçberê Makedonyayê me. Di sala 1953an hatim Tirkiyeyê û min dikanek vekir. Lê ji sala 1958an û vir ve ez kelûpelên entîqe û kevnare berhev dikim û difiroşim. Ji ber tenduristiya çavên xwe êdî nikarim dirûstkirina saetan bikim û ji ber vê yekê jî tiştên entîqe ku peyda dikim li vir didim pêşandan.”
Ji aliyekî din ji bilî berhemên kevnefiroş xalîçe û mehfûrên afxanî û cil û bergên herêmî jî liv ê bazarê de cîh girtine û li benda kiryar û hezkiriyên xwe ne.
Ergun: “Bi giranî ez li ser xalîçeyên afxanî dixebitim, zêdetir jî xalîçeyên karê destan û yên hirî ne. Dîsa merşên me û cilên me yên herêmî hene. Helbet em hin amûrên kevnare jî tînin bo welatiyan. Her meh nebe jî her ku ez fersendê dibinîm ji bajarê Boluyê berê xwe didim vir û tevlî vê bazara berfireh dibim.”
Ev pêşengeha rengîn ku berhemên cuda cuda tê de tên nişandan jî ji aliyê gelek welatiyên Enqerê û yên biyanî ve rastî eleqeyeke mezin tê.
Welatî: “Ev çar salan ez li Enqereyê me. Her gav di hişê min de bû hatina bo vê derê. Ev cara yekem e ku têm vê bazarê. Birastî gelek tişt û gelek parçeyên koleksiyonan hene lê. Ez dil nahêlim bikirim van berheman. Hem zêde biha ne hem jî gelekî xweşik in. Min gelekî eciband.”
Welatî: “Ez ji bo zarokan bigerînim hatim vir. Hemû kelûpelên entîqe û kevnare yên li wir balkêş û dîrokî ne. Ji aliyekî din ve liv ê derê zaroktiya min hate bîra min.”
Li navçeya Çankayaya Enqereê her mehê roja yekşema ewil berhevkar û hezkiriyên kevnefiroşan li vê bazara Ayranciyê tên balhev ku gelek berhemên kevnare tê de ji bo welatiyan tê pêşandan.