Pizîşkiyan û Sûdanî li Tehranê civiyan

Pizîşkiyan û Sûdanî
Pizîşkiyan û Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û pê re danûstandin li ser rewşa Sûriye û deverê û hejmareke pirsên din kirin.

Ajansa Îrnayê ya Nûçeyan parve kiriye, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî sibeha îro (Çarşem, 08.01.2025) bi serdaneke fermî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Mêhr Abadê gehişt Tehranê û ji aliyê Wezîrê Aborê yê Komara Îslamî ya Îranê Ebdilnasir Hîmetî ve pêşwaziya wî hat kirin.”

Paştir her li Tehranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Koçka Seid Abadê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û civîna wan nêzî du seetan berdewam bû.

Li dû zanyarên ajansa Îrnayê, di civîna Pizîşkiyan û Sûdanî de danûstandin li ser çawaniya bihêzkirina peywendiyên her du welatan û rewşa deverê bi taybetî û Rojhilata Navîn bi giştî hatin kirin.

Hejmareke medyayên Îraq û Libnanê jî ji aliyê xwe ve parve kiriye, “Sûdanî peyameke Amerîkayê li ser sinordarkirina desttêwerdanên Îranê di rewşa navxwe ya Sûriyeyê de digehîne berpirsên Tehranê.”