Servet Çetîn: Pêdiviya me bi transferên nû heye

Diyarbekir (K24) – Amedsporê beriya yariya bi Ankaragucu re bileyîze civînek çapemeniyê li dar xist. Serokê Amedsporê bang li alîgiran dikin ku rê li ber provakasyonan bigirin. Rahênanê Amedsporê jî got rewşa zemîna yarîgehê bandorek neyînî li Amedsporê dike.

Serokê Amedsporê Bûrç Baysal li gel Rahênanê Amedsporê Servet Çetîn beriya yariya bi Ankaragucu re were lîstin civînek çapemeniyê li dar xistin. 

Di civînê de Serokê Amedsporê Bûrç Baysal da zanîn ku di rabirdûyê de di yariya navbera Amedspor û Ankaragucu de hatî lîstin de, êrîş li rêveberên Amedsporê hatibû kirin û ji ber wê jî beriya yariya vê hefteyê roja yekşemê were lîstin de, ew bang li alîgirên xwe dikin ku gotinên diruşmeyê kirêt berz nekin û nekevin nava liv û tevgerên pêşî li provakasyonan vekin.  

Burç Baysal hişyarî da ku alîgirên di yariyê de dijînan bikin dê careke din nekarin bikevin yarîgehê.

 Rahênanê Amedsporê Servet Çetîn jî got ew giringiyê didin yariya bi Ankaragucu re û amadekariyên xwe didomînin ku bikaribin bê kêmasî derbikevin pêşberî Anakaragucu.

Servet Çetîn derbarê rewşa zemîna yarîgehê de jî amaje kir, zemîn pir xirap e, ev yek bandorek neyînî li ser lîstika wan dike û dibe sedem ku şêwaza lîstoka Amedsporê jî û taktîkên wan jî were guherîn, wek mînak ji dêvla pasên kin ew neçar dimînin pasên dirêj bidin. 

Servet Çetîn da zanîn, pêdiviya wan bi transferên nû hene û dema navber bo lîgê were dayîn dê div ê mijarê de xebatan bikin û transferên nu jî bikin.

Amedspor niha di Lîga 1.Ya Federasyona Fûtbolê Ya Tirkiye de di rêza 9.  de ye û puanê wê 26 e ku ji dema Servet Çetîn hatî ve rewşa Amedsporê ber başiyê ve diçe û 5 yarî ne şikest nexwariye. Ankaragucu jî rêza 6ê de ye û 27 puanê wê heye.