Mirady straneke nû ya bi navê “Yekî” belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rockbêjê diyar ê Kurd Mirady, strana xwe ya nû, bi navê “Yekî” li platformên dijîtal ên mûzîkê belav kir. 

Gotinên stranê Mirady bixwe nivîsîne û mûzîk jî ya wî ye û aranje, mîks û masterînga stranê Ozgur Umut Uçer kiriye, bass gîtarê Emrah Dogrul, elektrîk û akustîk gîtarê dîsa Ozgur Umut Uçer jenandine û Toprak Karakoç jî li daholê xistiye.

Mirady yekemîn albûma xwe ya bi navê “Xemname” di sala 2004an de belav kir û paşê mohra xwe danî ser albûmên wekî “Marmasî”, “Tarumar”, “Xwelî”, “Delal” û ”Telesî”. 

Mirady di sala 2015an de jî derhêneriya albûma “Peşk” ku ji helbestên Bro Omerî pêk dihat kir û herî dawî îsal jî di pêşengtiya wî de, albûma 30 saliya hunerê ya Mihemed Atli ya bi navê “Na, Ne Tenê Me” belav bû. 

Mirady berî “Yekî” di 30ê Îlonê de straneka din a bi navê “Masiyek Şîn” belav kiribû.