Başûrê Kurdistanê.. Berfê rêya Zînê Wartê girtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berfê rêya Zînê Wartê girtiye û ji şofêran tê xwestin ku heta berf neyê rakirin, wê rêyê bikar neynin.

Rêveberiya Nahiya Wartê îro 12ê Çile di daxuyaniyekê de hişyarî da welatiyan ku ji ber pêlên berfê û guherîna keşûhewayê li herêmê, rêya “Zînê Wartê” bi temamî hatiye girtin.

Rêveberiyê ji ajokaran daxwaz dike ku ji bo ewlehiya xwe û rêwiyan, heta tîmên paqijkirina berfê karên xwe bidawî dikin, wê rêyê bikar neynin.

Rêya Zînê Wartê her du îdareyên serbixwe ên Soran û Raperînê bi hev ve girê dide.

Nahiya Warte ser bi qezaya Riwandizê ve ye, 17 gund girêdayî wê ne û hejmara rûniştvanên wê 10 hezar kes e.