Barcelona biser Real Madrîdê ket û Kûpaya Super a Îspanyayê qezenc kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê bo cara 15emîn di dîroka xwe de Kûpaya Super a Spanyayê bidest xist, piştî serkeftineke mezin li hember hevrikê xwe yê dîrokî Real Madrîd.
Barcelona di fînala Kupaya Super a Spanyayê de, ku li Yarîgeha Al-Cewhara li Jeddah, Erebistana Siûdî, hate lidarxistin, îsal yekem nasnavê xwe bi dest xist, piştî serkeftinek mezin li hember hevrikê xwe Real Madrîd, bi encama (5 – 2).
Kylian Mbappe di xuleka (5) de gola yekem a Real Madrid tomar kir, berî ku Barcelona bi pênc golên bersiv da, got jî ji aliyê Lamine Gamal û Robert Lewandowski (ji lêdana penaltiyê), Rafinha (du gol) û Alex Balde di xulekên (22, 36, 39, 45 + 10 û 48) de.
Barcelonayê ji xuleka (58) pê va bi 10 lîstikvanan lîst, piştî ku golparêz Wojciech Szczesny ji ber midaxeleya li hember Mbappe, bi karta sor hat derxistin.
Piştre Rodrigo Goes di xuleka (60) de gola duyemîn a Realê ji xeletiyeke rasterast tomar kir.
Bi vê serkeftinê, Barcelona rêzbendiya xwe ya yekem di vê pêşbirkê de diparêze, ku di dîroka xwe de bo cara 15emîn Kûpaya Super a Îspanyayê bidest dixe û bi 2 nasnavan dikeve pêş Real Madrîdê.
Herwiha ev nasnavê yekem e ji bo Barcelonayê di bin serokatiya rahênerê wê yê Almanî, Hansi Flick, ku di destpêka vê werzê de berpirsiyariya rahêneriya tîmê girtiye ser xwe.