Encûmen Wezîran biryark di berjewendiya wanebêjên xwendina bilind de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê razemendî da ji bo çareserkirina pirsgirêka xwendekarên xwendina bilind (master û doktora) ku bûne wanebêjên bi girêbest.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro 15ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza xwendekarên xwendina bilind (master û diktora) ku wanebêj in û girêbesta wan hene, pesend kiriye.

Wezaretê got: Encûmena Wezîran piştrast kir ku mafên xwendekarên xwendina bilind dê bêne parastin û ew ê xwendina xwe berdewam bikin, heta ku prose bidawî bibe.”