Namzedê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Rewşa Sûriyeyê cihê gumanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê postê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio dibêje, divê alîkariya Washingtonê ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bike.

Marco Robio ku namzedê postê Wezîrê Derve yê rêveberiya Donald Trump e, di bersiva pirsên kongressmanekî de got: “Ji bo rêgirtina li dubare derketina DAIŞ’ê, divê Washington piştgiriya xwe ya ji bo HSDê bidomîne.”

Robio got jî: “Di berjewendiya Amerîka de ye ku di tunekirina DAIŞê li Sûriyeyê de berdewam be, ji ber ku rewşa wî welatî cihê gumanê ye.”

Ev yek di demekê de ye, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî li Londonê ji rojnamevanan re ragihandibû, di dema rûxandina rêjîma Beşar Esed de,DAIŞê kariye dest deyne ser alavên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê.

Sûdanî got jî, ev nîgeraniya dubare vegera DAIŞê di civîna dawî ya Riyadê de, ji Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî re hatin pêşkêşkirin.