Neteweyên Yekgirtî: Îsraîl rêkeftina bi Sûriyeyê re binpê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî dibêje, Îsraîl peymana sala 1974ê ya bi Sûriyeyê re binpê dike.
Fermandarê Hêzên Aştîparêz ên Neteweyên Yekgirtî UNDOF bi wekalet, Patrick Guchat ragihand, hêzên Îsraîlê di avakirina cihên leşkerî li herêma tampon a li gorî peymana agirbestê ya sala 1974'an a di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatiye ragihandin, berdewam e.
Patrick Guchat diyar kir, wan ji Îsraîlê re gortiye ku hebûn û kirinên wê li herêma tampon, peymanê binpê dike.
Amaje bi wê yekê kir ku niştecihên deverê ji hêzên Israîlê dixwazin ku ji gundên wan derkevin û rêbendên xwe rakin ku karê wan ê çandiniyê asteng dikin.”
Pêştir jî Serokê Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera gotibû: “Îsraîl bi behaneya hebûna milîsên Îranê li herêma tampon bi pêş ve hat” û piştî rizgarkirina Şamê êdî ev hincet nemaye.
Piştî rûxandina rêjîma Sûriyê, artêşa Israîlê operasiyonên xwe li hundir axa Sûriyeyê li tenişta herêma tampon li Golanê tundtir kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: “Peymana veqetandinê ya 50 salî ya di navbera her du welatan de, têk çû û hêzên Sûrî çeperên xwe berdane.”
Ofîsa Netanyahu diyar kir, “bicihkirina hêzên Îsraîlî li herêma tampon demkî ye, heta ku hêzên girêdayî peymana 1974an neyên avakirin û ewlehiya sînorên me were garantîkirin.”