Li Ruhayê erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê AFADê ve hat ragihandin ku li Ruhayê erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû daye û di encamê de ti rewşeke neyînî derneketiye holê.

AFADê ji hesabê xwe yê Xê ragihand, li navçeya Ruhayê li Xelîliyeyê di 20ê rêbendanê de demjimêr 16.06ê erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû daye û kurahiya erdhejê jî 10.83 kîlometre ye. 

Li gorî agahiyên AFADê parve kirine di encama erdhejê de rewşeke neyînî derneketiye holê.