Cîgirê Serokê HAK-PARê: Li Davosê bi giringî behsa Mala Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê HAK-PARê Cafer Stêrk dibêje, dîplomasiya ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike, ji bo pêgeha Kurd li cîhanê gelek giring e.

Cîgirê Serokê HAK-PARê Cafer Stêrk li Davosê ji K24ê re re got: “Li Davosê bi giringî behsa Mala Kurdistanê tê kirin û gelek kes wiha dizanin ku Herêma Federal a Kurdistanê êdî gav bi gav ber bi dewleteke serbixwe ve diçe.”

Herwiha got: “Gelek giring e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyên xur bi dewletan re çêbike.”

Cîgirê Serokê HAK-PARê got jî: “Dîplomasiya ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike, ji bo pêgeha Kurd li cîhanê gelek giring e, herwiha ji bo têkiliya Kurdan li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî gelekî giring e.”

Li ser pêşhatên nû yên li Sûriyeyê jî Stêrk got: “Li Sûriyeyê niha derfetek baş hatiye pêş gelê me yê Kurd, ku bi seroka Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî nimûneya federaliya li Iraqê, li Sûriyeyê jî pêk bînin.”

 

 

Fly Erbil Advertisment