Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê bi Elî Zeydî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zêydî re dicivin. Di civînê de mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, mijara sereke ya hevdîtinê taybet e bi parastina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê û diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di reşnivîsa projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê de.

Parlamenterê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Cutyar Xidir, derbarê naveroka civînê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di vê civîna me ya bi Serokwezîr Zêydî re, ji bilî pirsa budçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, em ê daxwaza zêdekirina pişka nefta spî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bikin û kêşeya benzîn û sotemeniyê bi giştî bînin ziman.”

Cutyar Xidir her wiha tekez kir: “Derbarê pirsa budçeyê de, em ê rijd bin li ser parastina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û diyarkirina pişka Herêmê li gorî encamên serjimêriya giştî.”

Ev hevdîtina fraksiyona PDKê di demekê de pêk tê, biryar e di nava du hefteyên bê de Encûmena Wezîran a Iraqê li ser reşnivîsa projeyasaya budçeya sala 2027an bicive.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê pêşbînîkirin ku di 17ê vê mehê de reşnivîsa projeyasaya budçeyê ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi fermî ji bo pesendkirinê ji Parlamentoya Iraqê re were şandin.