Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê danûstandinan li ser berdewamkirina peywendî û hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warê borî de dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) li Davosê bi Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê Mihemed Qirqawî re civiya.
Di wê civînê de, danûstandin li ser berdewamkirina peywendî û hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warên aborî, lihevguhertina bazirganî û desthilatdariya eliktironî de hatin kirin.
Tewerekî din ê wê civînê girêdayî danûstandinên li ser pêşxistina aborî û şiyanên mirovî û kargêrî yên Herêma Kurdistanê bû.