Erdogan behsa naveroka civîna xwe ya bi Mesrûr Barzanî re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Tirkiyeyê amajeyê dide ku, li destpêka îsal li Koçka Komarî ya Tirkiyeyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye û pê re danûstandin li ser hejmareke pirsan kiriye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, 21.01.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, li destpêka vê mehê li Koçka Komarî ya Tirkiyeyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye.
Erdogan herwesa amaje jî da, “Di civînekê de, ku li Koçka Komarî li Enqereyê hatiye kirin, pirsên ewlehî û tevaya wan pirs û mijarên din ên ku di bernameya wan de bûn, hatine gengeşekirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Sêşemê (07.01.2025) bi serdaneke fermî gehişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî seet 02:00 ê piştî nîvroya roja Sêşemê (07.01.2025) li Koçka Komarî li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyabû.
Berî civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyabû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku, di wê civînê de danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û dawî pêşxistinên rewşa giştî ya Îraq û deverê hatibûn kirin.