Şandeke Herêma Kurdistanê bo lêgeriyana zarokên winda yên Helebceyê diçe Tehranê

Ebdila Hacî Mehmûd
Ebdila Hacî Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Herêma Kurdistanê bo lêgeriyana zarokên winda yên Helebceyê diçe Tehranê. Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan dibêje, “Li dû amarên berdest, piştî kîmyabarankirina Helebceyê 211 zarok winda bûne.”

Şandeke Borda Zarokên Winda yên Helebceyê îro (Çarşem, 22.01.2025) bi Serokatiya Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdila Hacî Mehmûd gehişt Bexdayê.

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ji Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî re ragehand ku, armanca wan ji wê serdanê lidûçûn û zanîna çarenivîsa zarokên winda yên Helebceyê ye, ji bo vê meremê jî îro bi berpirsên Wezareta Derve ya Îraqê û Balyozxaneya Îranê re civiyan û sibe (Pêncşem, 23.01.2025) her li Bexdayê civînên xwe berdewam dikin.

Ebdila Hacî Mehmûd eşkere jî kir ku, wan bi Wezîrê Derve yê Îraqê, Balyozxaneya Îranê li Bexdayê û Balyozxaneya Îraqê li Tehranê re, hevehangî kiriye û bername danaye ku, careke din ji bo zanîna çarenivîsa zarokên winda yên Helebceyê serdana Tehranê bikin, ji ber ku wekî wî bi xwe got, “piraniya amarên girêdayî wan zarokan ên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Navxwe yên Îranê hatine tomarkirin”.

Li dû gotina Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, “Ji ber ku Îran bi Helebceyê re hevbsinor e û di dema kîmyabarankirina wî bajarkî de deriyê xwe ji welatiyên deverê re vekiribû, hikûmeta wê amadebûna xwe ji bo hemî cûnên alîkariyan ji bo zanîna çarenivîsa zarokên winda ji me re diyar kiriye.”

Ebdila Hacî Mehmûd amaje jî da, “Li dû wan amarên ku li cem wê bordê hene, heta niha 74 malbatan daxwaza vedîtina 211 zarokên xwe yên winda pêşkêş kiriye, ku piştî kîmyabarankirina sala 1988ê ya Helebceyê xuya nînin.”

Li destpêka Kabîneya Nehê, bordeka taybet ji bo lidûçûn û vedîtina zarokên winda yên Helebceyê bi navê Borda Zarokên Winda yên Helebceyê” hat damezrandin, ku ji nûnerên tevaya wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.

 
Fly Erbil Advertisment