Li Çiyayê Gabarê agir bi xaleke lêgerîna petrolê ket: Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çiyayê Gabarê di xaleke lêgerîna petrolê de, şewat derket û di encamê de 2 xebatkar birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê îro 22ê Çile di xaleke lêgerîna petrolê de agir bi konteynerekê ya xebatkaran ket.

Hat ragihandin, di encamê de jî 2 xebatkar bi awayeke sivik birîndar bûne. 

Agirê ku danê şevê derketî, bi bangewaziya welatiyan ji aliyê tîmên agirkujiyê ve bi hevkariya makîneyên hat vemirandin.